'Kesên qetlîam kirine xwe dispêrin hêza siyasî lê gel bi me re ye'

  • 12:44 13 Kanûn 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 645’an a Nobeda Edaletê de wiha gotin:"Kesên ku li nexweşxaneyê qetlîam kirine, xwe spartine hêza siyasî û dibe ku xurt bin. Lê gel bi me re ye, wijdan alîgirê me ye û hemû rêxistinên hiqûqê bi me re ye. "
 
Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî were nobetê. Kurê wê Ferît Şenyaşar nobetê didomîne.
 
Dewletê bi wesayîta xwe bariyerên ku malbatê pankart lê dialiqand girtibû. Ferît Şenyaşar jî pankart li wesayîta xwe daliqand û nobeta xwe didomîne.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got “Kesên ku li nexweşxaneyê qetlîam kirine, xwe spartine hêza siyasî û dibe ku xurt bin. Lê gel bi me re ye, wijdan alîgirê me ye û hemû rêxistinên hiqûqê bi me re ye. Hêza siyasî ne mayîn de ye, lê gel her dem heye. Nobeta me ya edaletê di roja 645’an de ye.”