Ji ber êrişan dibistanên li Kobanê hatin girtin

  • 10:34 13 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarê Kobanê  dibistanên nêzî eniyên şer hatin girtin, di encamê de bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.
 
Ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di 20'ê mijdarê de, ji 461 dibistanên li kantona Kobanê, her wiha dibistanên nêzî eniyên şer girtin. Ji wê demê ve xwendekar ji perwerdeyê bêpar in.
 
Ji ber êrişan dibistana gundê Koranê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi temamî hilweşiya. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ragihand ku di encama êrişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker de, dibistanên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Xerbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaretê, Boban, Beyade û Çilxilo yên seretayî hilweşandin.
 
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade diyar kir ku li ba desteyê jî tu alternatîfên ji domandina proseya perwerdeyê tune ne û dema vekirina dibistanan hîna diyar nebûye.