Raperîna li Rojhilat û Îranê didome

  • 10:31 13 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî darvekirin, kuştin, girtin û îşkenceyê jî serhildana "Jin, jiyan, azadî’ ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Roj bi roj nerazîbûna li hemberî darvekirina xwepêşanderan berfirehtir dibe.
 
Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî serhildana "Jin, jiyan, azadî’ ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Serhildana gelan duh 88 roj li pey xwe hiştin.
 
Duh dewleta Îranê ciwanek din ê bi navê Mecîd Reza Rehneweder darvekirin, Mecîd 23 roj bûn ji ber tevlî xwepêşandanan bibû hatibû binçavkirin. Beriya wê bi çend rojan xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî jî hatibû darvekirin.
 
Duh li bajarên Şîraz û Meşhed dijî darvekirina xwepêşaderan xwendevanên jin meşiyan, xwendevanên jin darvekirinan bi tûndî şermezarkirin.
 
Li hinek zanîngehên Îranê jî çalakî û greva xwendevanan bê navber dewam dike. Herwiha her du xwepêşanderên hatine darvekirin, hatin bîranîn.
 
18 girtiyên siyasên yên li girtîgeha Ewîne, bi nameyek vekirî darvekirina xwepêşanderan şermezarkirin û banga rawestandina darvekirinan kirin.
 
Li ser asta Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Şino, tê gotin hejmara xwepêşander hatibûn binçavkirin û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn, bûye 6 kes. Xwepêşanderên cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn evin; “Şehram Meruf Mula, Karwan Şahî Perwane, Reza Îslam Dost, Hejar Hemîd, Ferzad û Ferhad Tehezade.”
 
Li gorî agahiyan li bajarê Serdeşt piştî ciwanê bi navê Şehryar Adil ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin, îşkence lê hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye.
 
Tê payîn îro li bajarê Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê merasîma çileya Nesrîn Qadirî ku di xwepêşandanên Tahranê de jiyana xwe ji dest da bû, were kirin.
 
Tevî hemû girtin, kuştin, darvekirin û binçavkirinan xwepêşandan dewam dikin.