Cemaat û tarîkatên bi AKP’ê re zêde bûne: Destdirêjî, tundî û mirin

  • 09:03 13 Kanûn 2022
  • Rojane
Dîlan Babat 
 
ENQERE - Yek ji damezerînerê Weqfa Hîranur ya girêdayê Îsmaîlaga, Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî zewicandibû û li keça wê destdirêjiya sîstematîk hatibû kirin. Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber politîkayên gîhandina nifşê oldar, di tarîkat û cemaetên zêde bûn de destdirêjî li hezaran zarokî hat kirin û bi dehan dosya hatin girtin.
 
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G di bin navê “mehra oli” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bû sedemê tecawizkirina keça xwe. Piştî ku ev yek derket holê civakê bertekên tund nîşan dan. Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber politîkayên gîhandina nifşê oldar, di tarîkat û cemaetên zêde bûn de destdirêjî li hezaran zarokî hat kirin û bi dehan dosya hatin girtin.
 
Îstîsmara li Weqfa Hîranur
 
Wezîr Derya Yanik ku rojên borî de di butçeya Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî de axivî da zanîn ku di 2020’an de ji bûyera destdirêjiya sîstematîk ya di Weqfa Hîranur de pêk hatiye, agahdar bûne. Piştî îtîrafa Derya Yanik, li dijî ku 2 sale faliyetên Weqfa Hîranur didomin bertek hatin nîşandan.
 
Polîtîka AKP’ê ya nifşê oldar
 
Malbatên ji ber polîtîkayên aboriyê nikarin zarokên xwe bidin xwendin, bi destê desthilatdariyê li tarîkat û cemaetan tên bicihkirin. Li gorî daneyan hejmara yurdên aydê tarîkat û cemaetan di 5 salên dawî de ji sedî 93 zêde bûye û gihiştiye 3 hezar û 331’ê.  Der barê yurdên aydên cemaetan de tu sererastkirin an jî lêkolînek nayê kirin û AKP jî bi polîtîka gihandina nifşê oldar zarokan roj bi roj berbi taritiyê ve dibe.
 
Weqfa Ensar
 
Li Karamanê kesê Muharrem Buyukturk ku li dibistanekê mamosteyê polê bû di navbera 2012-2015’an de li Weqfa Ensar û yurdên KAÎMDER’ê li 45 xwendekarên temenê wan navbera 8 û 10’an de destdirêjî kiribû. Rayagiştî ya Tirkiyeyê bertekên mezin nîşanda û AKP’ê li dijî bûyera destdirêjiyê li şûna lêpirsînê bide destpêkirin, wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Sema Ramazanoglu ji bo bûyerê gotibû ‘ji carekê tiştek nabe’. Wezîra AKP’ê li dijî van gotinan şûnde gav navêt.
 
Li Qursa Kuranê ya Havînê ya Hamidiye destdirêjî
 
Di tîrmeha 2016’an de li Kahramanmaraşê derket holê ku mamosteyê li Tesîsa Civakî ya Qursa Kuranê ya Havînê ya Hamdiye dixebite, li 4 zarokên dihatin qursê destdirê kiriye. Zaroka 10 salî ya ku bûyer ji heval û malbatê re vegot, bi raporên doktor destdirêjî li zarok hatiye kirin. Tevî gumanbarê îstîsmarê hat girtin, desthilatdariyê der barê mijarê de tu pêngav navêt û ji ber vê îstîsmara di tarîkan de bi salan berdewam kir.
 
Li 7 zarokên li Yurda Zarokan a Miyasa diman destdirêjî
 
Di yurdên aydê Sulemaniyan a li Aladag a Edenê de şewat derket û Suleymaniyan şewat wek ‘karê xwedê’ nirxandin. Desthilatdariyê der barê yurdan de lêpirsînek neda destpêkirin û vê carê di yurdên Suleymaniyan de di kanûna 2017’an de  li Yurda Zarokan a Miyase derket holê ku  peywirdarên paqijiyê Omer Faruk E. destdirêjî li 7 zarokên kur yên temenê wan navbera 9 û 12’an de diguherî kiriye. Di encama bertekan de yurd bên girtin jî car caran dertê holê ku Suleymanî di gelek yurdan de cih digirin.
 
Mirina biguman
 
Di tebaxa 2018’an de li navçeya Alanya ya Antalyayê zarokê 14 salî Îsmaîl Kerem Topal yê li yurda Suleymaniyan diman, piştî bi zarokê bi navê M.E.U ku ew jî li yurdê diman, pevdiçûne û piştre hevsengiya xwe winda dike û ji derenceyan de dikeve. Îsmaîl Kerem Topal 5 rojan li nexweşanê ma û jiyana xwe ji dest da. Rayedaran dîmenên kamerayê dan. Mirina wî biguman hat hiştin.
 
Îstîsmara zayendî bi nîşeya întîxarê derket holê
 
Di mijarên îstîsmar û mirinên biguman yên li yurdên cemaatê de daraz jî lêpirsîna bi bandor nameşîne. Di kanûna 2019’an de li Denizliyê xwendekarê kur yê 12 salî yê li yurda Suleymaniyan dima, derket holê ku gelek caran destdirêjî lê hatiye kirin. Midûrê Yurdê xwest serê bûyerê bigire, zarokê destdirêjî lê hat kirin jî întîxar kir. Di nîşeyên ku zarok nivîsîbû de destdirêjî derketibû holê.
 
Li Qursa Kuranê întîxar
 
Li Kurdistanê jî bi destê desthildariyê cemaet û tarîkat hatin zêde kirin. Di tîrmeha 2021’ê de li Muşê  zarokê 12 salî Mehmet Halî Yavuz yê diçû Qursa Kuranê ya Karşiyaka bi guman jiyana xwe ji dest da. Mehmet Halît Yavuz di 3’yê tîrmehê de li tuwaleta qursê bi kemerê daliqî hatibû dîtin. Ji bo dosya Mehmet Yavuz bi lez û bez biryara sînorkirinê anîn.
 
Tevî îstîsmarê ji aliyê Diyanetê ve li Antalyayê hat peywirdarkirin
 
Di îlona 2021’ê de li navçeya Turkoglu ya Kahramanmaraşê li Qursa Kuranê ya Arinç derket holê ku mamosteyê qursê Ruhullah Çelîk li gelek zarokî destdirêjî kiriye. Tevî lêpirsînên hatin meşandin Ruhullah Çelîk  ji aliyê Diyanetê ve wek îmam Hatîp li Antalyaye hat peywirdarkirin. Piştî îfadeyên zarokan Ruhullah Çelîk hat girtin.
 
Li qursên Kuranê yên qirêdayê Diyanetê îstîsmar
 
Li Erziromê di kanûna 2021’ê de li Qursa Kuranê ya Haci Bahattîn ya girêdayê Diyanetê mêrê bi navê H.A li 7 zarokî destdirêjî kir. Piştî vê xwestin serê bûyerê bigirin. Li qursê tu lêkolîn nehat kirin û derket holê ku gumanbar li Yozgatê hatiye peywirdarkirin.
 
Enes Kara yê berbi întîxarê ve birin
 
Xwendekarê bi navê Enes Kara yê xwendekarê pola duyem a Tîpê ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê bû di çileyê 2020’an de li yurda Nur Cemaat întîxar kir. Enes beriya întîxar bike di vîdeoya kişandibû, fikar û zextên li ser vegotibû. Li ber bertekên rayagiştî nûçeyên derbarê întîxarê de hatin astengkirin û sê sale di dosya Enes de tu tiştek nehat kirin.
 
Li yurda Suleymaniyan îstîsmar
 
Li Yurda Xwendekarên Kur ya Ozel Madenler ya aydê Suleymaniyan a li Fatsa ya Orduyê, mamosteyê qursê Yusuf K. destdirêjî li zarokê 12 salî kir. Piştî îstîsmarê Yusuf K. bi malbatê re hat gel hev û got ‘Min guh da şeytan, min duh şev tobe kir, nimêj kir’.  Yusuf K. li dadgehê îstîsmar red kir û zaroka ku îstîsmar kiribû sûcdar kir.