Li dijî destdirêjiyê daketin qadan: Derya Yanik îstîfa bike

  • 18:45 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Bi pêşengiya DAKAP’ê bertek nîşanê êrîşên zayendî yên li dijî zarokan hat nîşandan û jinan berz kir ku “Derya Yanik îstîfa bike” û Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî got bedelê wê çi dibe bila bibe dê têkoşînê mezin bikin.
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Amed Dîcleyê (DAKAP), têkildarî êrîşa zayendî ya li dijî zarokan li Meydana Dagkapi ya Amedê çalakiya zincîra mor hat lidarxistin. Gelek jin ku jin tevlî çalakiyê bûn, ablukaya polîsan jî balê kişand. Beriya daxuyaniyê jinan dirûşmeyên “Zarok bêdeng nabîne tu jî bêdeng nebîne”, “Îsmara zaroka polîtîk e”, “Destên ku dirêjî zarokan dibe bişêkê”, “Derya Yanik îstîfa” û “Bakan îstîfa” hatin berzkirin. Piştre Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Atasoy axivî.
 
‘Beriya du salan ev bûyer hatiye jiyîn’
 
Gulîstan, anî ziman ku çi dibe bila bibe ew dengên xwe her awayî hewl didin bigihînin rayedaran û wiha got: “Wekî ku hûn jî dizanin em bi bûyereke ku wijdanê hemû civakê tarî kir re rû bi rû man. Keça 6 salî ji aliyê bavê xwe Yusuf Ziya Gumuşel ê ku nûnerê Weqfa Hîranûr a Cemaeta Îsmaîlagayê ye, keça xwe firot mêrê 30 salî ku ji bo îstîsmarê lê bike. Ev bûyer du salan berê hatiye jiyîn. Rayedarên ku berpirsyarê parastina vê zarokê bûn, neparastin. Pêşî rastî êrîşa zayendî hat, piştre pitik anî dinyayê, mezinkir û piştre bi derfetên xwe vê hovîtiyê ji rayagiştî re parve kir. Wezîrê malbatê ku ji vê bûyerê re bêdeng ma, şûna ku îstîfa bike di hevdîtinên bütçeye de nêrînên xwe anî ziman. Di meclîsê de got ku ‘em du sal in ji vê bûyerê agahdarin.’ Qet şerm nekir û vê tiştê got. Şûna ku îstîfa bike dibêje ‘Em li ser bûyerê disekinin û lêkolînê dikin. Bila tu kes vê tiştê neke malzema siyasetê.’ Dema vê tiştê got qet şerm jî nekir.”
 
Gulîstan, destnîşan kir ku îstîsmara li dijî zarokan polîtîk e û ev ne tiştekî şexsî ye. Gulîstan, gotina Serokwezîr a “Em bi nifşekî tolhildêr û dindar mezin bikin” bi bîr anî û wiha axivî: “Ji wan saziyên perwerdehiyê dest pê kir, siberoja zarokan di bin navê ‘Em ê zarokan bikin dîndar’ ji mezheb û cemaetan re hişt. Ne tenê zarok radestî wan kir. Berpirsiyarên van cemaatan di hemû saziyên giştî de bi cih kir. Di gelek weqf û cemaatan de bûyerên heman rengî hatin jiyîn. Lê wezîrên malbatan ên berê Derya Yanik nedan gerandin. Bûyera Weqfa Endarê bînin bîra xwe.Wezîrê malbatan ê wê demê gotibû ‘bi carekî tişt nabe.’ Pergala ku xwedî vê hişmendiyê ye vê welatê rêve dibe.  Dema ku rêve dibe jî zarokan ji bo malzemeyên xwe yên îdeolojîk bikartînin û tecawizciyan qezenc dikin. Kesên ku ji êrîşa zayendî re dixwaze bertek nîşan bide qedexeyan derdixe.”
 
‘Bedelê wê çi dibe bila bibe…’
 
Gulîstan, dawiyê de destnîşan kir ku dozger û dadger tecawizciyan bêceza dihêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wêneyê her tecewizciyek bi wezîrê îktîdarê ve heye. Serokê berê yê MHP’ê Cihan Kayaalp ji ber tecawizê zarokekî kur kiribû hatibû girtin. Midûrê emniyetê ku vê lêpirsînê dimeşand ji emeliyê re hat derxistin.  Em mereq dikin gelo çima. Ji ber zarok keniyaye dadgerê ku tecawizcî berda, her wiha dadgerê kujer û tecawizciyê Îpek Er, Mûsa Orhan dderket. Bi daraz û şiklê rêvebiriya xwe dixwazin ser van bûyeran bigirin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin ku hûn destên xwe li zarokan bixin. Em ê ewlehiya jiyana jinan ji însafa dozger û polîsan re nehêlin. Jin dê her daîm xwedî jiyana xwe derbikeve û rêxistinbûyîna xwe mezin bike. Bedelê wê çi dibe bila bibe em jin li her derê li dijî pergalê bisekine.”
Çalakî, bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.