Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê didome

  • 16:06 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Mexmûrê a nobetê ya ji bo şikandina tecrida girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja xwe ya duyemîn de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrida girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakî îro di roja duyemîn de berdewam dike. Îro ji aliyê Endamên Şaredariya Mexmûrê ve çalakiya nobetê hate dewirgirtin. Koma duyem bi deqeyek rêzgirtin dest bi nobetê kirin.
 
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedaran Pîran li ser amranca çalakiyê axivî û got: “Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe îro li vir in. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin. Dijmin ji bo me û Rêbertî ji hev qût bike van êrişên xwe pêktîne. Gelên cîhanê Rêbertî wek vîn û îrada xwe dibînin. Ti kes nikare wî ji malbat û parêzerên wê bê agahî bêhêle.”
 
Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û  ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.