Li Hewlêrê serdana Şandeya Jinan berdewam dike

  • 15:54 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji bakurê Kurdistanê, serdana Encûman Bilind ya Xaniman kir û her du alî behsa yekîti û têkoşînan hevbeş a jinan kirin.
 
Şandeyek bakurê Kurdistanê ku ji komek parlamenter, endamên aliyên siyasî, akademisyen û endamên Yekîtiya Jinên Kurd pêk tê, serdana başûrê Kurdistanê kir. Şandeya ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr ku di heman demê de endama Platforma Jinên Kurd e, cîgira Hevseroka Partiya Herêma Demokratîk (DBP) û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sincar, akademisyen Evîn Adîn, endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer pêk tê.
 
Şande 3 rojan li Hewlêr be, piştre serdana Silêmaniyê bike. Duh Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji bakurê Kurdistanê, serdana başûrê Kurdistanê kir. 
 
Şandeyê îro jî serdana Encûmena Bilind ya Xaniman kir û ji aliyê emîndara giştî ya Encûmena Xaniman Dr. Xanzad Ehmed ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê behsa rola jinên bakurê Kurdistan û têkoşîna jinan hate kirin.
 
Li gorî agahiyan di serdanê de behsa xebat û têkoşîna jinan hatiye kirin û hatiye gotin; “Têkoşînek bê jin nagihi encamê, ji bo vê divê xebat û pêşengtiya jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê dewam bike. Ji ber ku xebata jinan bi xebata nîştimanî ve girêdayî ye.”
 
Her du aliyan behsa rola jiyan ya li hemberî dijmin û rola jinan ya ji bo xebata netewî ya gelê Kurd kirin. Gorî agahiyan behsa girîngiya hebûna yekîtiya jinan ya her çar parçeyên Kurdistanê hatiye kirin , ji ber ku jin dikarin bi yekîtiyê astengiyan derbaz bikin û hate xwestin Encûmena Xaniman peywendiyek baş bi jinên bakurê Kurdistanê re çêbike.
 
Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr ku di heman demê de endama Yekîtiya Platforma Jinên Bakurê Kurdistanê axivî û got: “Em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê bingehê yekîtiya jinan ava bikin, ger ev çêbibe emê bikaribin bi zimanê Kurdî bi axivin. Ji bo vê hebûna yekîtiya jinan ji bo azadiyê gelek girînge.”
 
Emîndara Encûmena Bilind ya Xaniman Dr. Xanzad Ehmed jî wiha axivî: “Pêşengtiya yekîtiya jinan ya bakurê Kurdistanê a ji bo yekîtiya jinên Kurdistanê gelek girîng e. Em piştgiriya hewldanên wan dikin û bi wan rene.”