Pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Beramberî Jinan bi dawî bû

  • 14:54 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Beramberî Jinan bi dawî bû. 
 
Rêxistina Xewn di konferansa xwe ya bi navê ‘Em ji bo dawîkirina şîdeta li ser jinan bibin yek’ kampanyaya xwe ya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dawî kir.
 
Medyaya Iraqê ragihand ku Rêxistina Xewn di konferansa xwe ya bi navê ‘Em ji bo dawî anîna şîdeta dijî jinan bibin yek’ ku gelek kesayetên siyasî û civakî beşdar bûbûn, dawî li pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Beramberî Jinan anî.
 
Her wiha hat ragihandin ku di konferansê de Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq axivî û destnîşan kir ku ji bo parastina jinan û ji bo her cure piştgiriya manewî û derûnî, pêwîst e demildest yasayên li dijî şîdeta nava malê werin derxistin.
 
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Beramberî Jinan dest pê kiribûn ku di wê çarçoveyê de gelek semîner û dewreyên perwerdeyê ji bo hişyarkirina jinan, li tevahî parêzgehên Iraqê hatin dayîn.