Li Kobanê ciwanan li dijî tecrîdê kon vedan

  • 14:44 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dest pê kir. Ciwanan di çalakiyê de gotin:"Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava têkoşînê de bin."
 
Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya konvedanê hat destpêkirin. Çalakiya ku li Qada Şehîd Egîd bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatî destpêkirin, gelek saziyên civakî û endamên Rêveberiya Xweser piştgirî dan.
 
Di çalakiya konvedanê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, Rêveberiya Ciwanên Şoreşger ya Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî. Hebûn destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe li dijî tecrîdê, heta azadiya fîzîkî yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê dê dewam bikin. Hebûn got, “Ew ê berxwedana me û têkoşîna me berdewam bikin. Wek ciwanên pêşeng çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Endamê Desteya Meclîsa Rêveber Ehmed Xoce jî diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadî û nasnamebûna gelê Kurd têkoşînek bê hempa daye meşandin û wiha got, “Fikir û felsefeyek danî holê. Li ser bingeha vê felsefeyê, îro bi milyonan Kurdistanî li her aliyê cîhanê têdikoşe. Em ê di encama têkoşîn û berxwedana xwe de azad bibin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava têkoşînê de bin.”
 
Çalakiya konvedanê du roj wê bi beşdariya şêniyên tevahiya navçeyên kantonê berdewam bike.