Ji bo mitîngê bang hat kirin

  • 14:36 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl ji bo mitînga ku dê di 17’ê kanûnê de bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê lê budçeya debarê dixwazin” li Enqereyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. Şukran got:"Ji bo xwedîderketina li ked, nan û pêşaroja xwe, em ê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê bi dirûşma ‘Ne budçeya hilbijartinê lê budçeya ked û gel û budçeya debarê dixwazin’ mitîngê li dar bixin."
 
Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrsînê têkildarî mitînga ku dê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê lê budçeya debarê dixwazin” bê lidarxistin, li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Pêkhateyên KESK’ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) jî piştgirî dan. 
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl ve hat xwendin. Şukran, got ku rewşa gel roj bi roj xerabtir dibe û ji enflasyonê heta bêkariyê, ji xizaniyê heta krîza aborî, her qadên jiyanê êdî mîna xewnereşkê bûye. Şukran, got ku rojane bi zeman hişyar dibin û ev tişt anî ziman: “Êdî em nikarin pêdiviyên xwe jiyanî bi cih bînin. Zivistan hat û fatûreyên gaza xwezayî û ceyranê dîsa bûne kabûsa me. Ji serweta welat ji sedî 41 jê di destê komeke ji sedî 1’ê de ye. Bo beşa ji sedî 99’ê jî tenê para ji sedî 59 dimîne. Budçeya behsa xeberê jî ne budçeya kedkar, karker, esnafên biçûk û xizanan lê budçeya şer, rant, faîz û xizaniyê ye. Deriyê budçeyê tenê ji bo wê beşa ji sedî 1 tê vekirin.  Li hemberî bêedaletiya ku ji bo berjewendiyên beşa ji sedî 1’ê tê kirin û beşa ji sedî 99’ê tune dihesibîne, em bê alternatîf nînin. Ji bo xwedîderketina li ked, nan û pêşaroja xwe, em ê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê bi dirûşma ‘Ne budçeya hilbijartinê lê budçeya ked û gel û budçeya debarê dixwazin’ mitîngê li dar bixin. Banga me li hemû kedkar, karker, jin û ciwanan ew e ku tev li bibin.” 
 
Şukran, herî dawî jî daxwazên kedkaran rêz kir û daxuyanî bi dawî kir.