Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike

  • 11:44 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. 
 
Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Rejîma Îranê ji bo belavkirina tirsê, dest bi sepandina cezayên bidarvekirina xwepêşanderên hatine girtin, kiriye. Piştî bi darvekirina yekem a xwepêşandanan, îro xwepêşanderek din li ber çavê gel hat bidarvekirin.
 
Tevî pirsgirêkên ewlehiyê, bi berdewam girtin û serdegirtina malan, sepandina cezayên giran ên weke cezayên bidarvekirinên li ser xwepêşanderên hatîn girtin, xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şêweyên cuda cuda bê navber berdewam e.
 
Duh li navçeya Teawnî ya bajarê Kirmanşan komek ciwan li hev kombûn û dijî sepandina cezayê bi darvekirinê û pêkanîna vê cezayê li ser xwepêşanderên hatîn girtin, çalakî li dar xistin.
 
Yek ji kesên hatine girtin hunermendê Kirmanşanî Saman Seydî ye ku cezayê bi darvekirinên lê hatiye birîn. Her wiha li gorî parêzerê Saman Seydî dibêje li ser dosyeyê biryara nepeniyê hatiye girtin, lewra nikariye dosyeyê bibîne.
 
Li bajarê Sine karkerên kargehên petrokîmyayê dest bi grevê kirin û xwepêşandan li dar xistin.
 
Li Îranê jî xwepêşandan û çalakiyên li dijî dewletê û bi taybet li dijî sepandina cezayê bidarvekirinê li ser xwepêşanderan, berdewam bû. Her wiha li Kerec çalakvanan, çalakî li dar xistin û nerazîbûnên xwe bi dirûşman anîn ziman.
 
Di heman demê de li hinek zanîngehên Tehran, Esfehan û Babolê xwepêşandanên xwendevanan berdewam bû ku di xwepêşandanan de daxwaza serbestberdanan, xwendevan û hemû xwepêşanderên hatin girtin, kirin.
 
Piştî bi darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsin Şikarî, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û seranserê cîhanê nerazîbûnên tund li beramberî dewleta Îranê derketin pêş.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî derbasbûna 4 rojan a li ser darvekirina yekem a xwepêşandanên Îranê ango xwepêşanderê bi navê Muhsin Şikarî, îro xwepêşanderê duyem ê bi navê Mecîd Reza Mehnewewerd bi fermana deshilatiya dadwerê û bi biryara Dadgeha Şoreş a bajarê Meşhed di pêş çavê xelkê giştî hat bidarvekirin.
 
Her wiha metirsiya bi darvekirinê li ser xwepêşanderê bi navê Mahan Sedrat heye ku li gorî agahiyan dosyeya wî ji bo beşa pêkanîna cezayê, hatiye şandin.
 
Ji derveyî Îranê, li gelek welatên Ewropa, Kanada, Awustralya û Zelandaya Nû, xwepêşandan û çalakî ji bo piştgiriya xwepêşanderên li Îranê û dijî sepandina cezayê bidarvekirinê li ser xwepêşanderên girtî, hatin lidarxistin.
 
Dewleta Îranê ji bo belavkirina tirsê dest bi sepandina cezayên bidarvekirinê li ser xwepêşanderên hatin girtin, kiriye û li gel vê girtina çalakvan û kesên piştgiriya xwepêşanderan dikin berdewam e. Di rojên borî de di encama serdegirtinên malan de, bi dehan kes hatin binçavkirin.
 
Li gorî bilançoya Rêxistina Çalakvanên Mafê Mirovan, li Îranê zêdetirî 18 hezar kes di xwepêşandanan de hatine girtin.