Têkildarî bandorên neyînî yên zewaca di temenê biçûk de semînerek hat lidarxistin

  • 11:11 12 Kanûn 2022
  • Rojane
 
SILÊMANÎ - Li hola Konferansê ya Koleja Teknîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Silêmaniyê di derbarê bandorên neyînî yên zewaca di temenê biçûk de semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de hat gotin:“Em dixwazin bi rêya semînerê, hişyariyên pêwîst ên di derbarê bandorên neyînî yên zewaca zû pirsgirêkên ku çêdike de, ji xwendevanan re ragihînin û agahdar bikin.”
 
Li parêzgeha Silêmaniyê semînerek bi navê ‘Bandorên nerênî yên zewaca zû’, li Koleja Teknîkê ya Zanîngeha Polîteknîkê ya Silêmaniyê hat dayîn. Semîner di çarçoveya pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li Beramberî Jinê hat lidarxistin.
 
Di semînerê de Rêvebera Navenda Wekheviya Zayendî Dr. Dilpak Tahîr armanca semînerê ragihand û got: “Em dixwazin bi rêya semînerê, hişyariyên pêwîst ên di derbarê bandorên neyînî yên zewaca zû pirsgirêkên ku çêdike de, ji xwendevanan re ragihînin û agahdar bikin.”
 
Pişt re Dr. Şilêr Faqeq wek şarezayekê di warê ji dayikbûn û zarokan de hemû pirsgirêkan bi kurtî û zanistî anî ziman û wiha axivî: “Gihîştina laş û amadebûna laşê jinê ji bo ji dayikbûnê û pêşketinên zarokan û tenduristiya zarok, dibin berpirsiyartiya dê û bav û jinan de ye. Ji beriya ku keç bizewicin û bibin xwedî zarok, divê amadekariyên xwe temam bikin.”
 
Semîner bi diyalog û guftugoyên kesên amade û bersivên pirsan ên ji aliyê Dr. Şilêr Fayeq ve hatin dayîn ve bi dawî bû.
 
Hêjayî gotinê ye ku di meha Hezîrana sala 2022’yan de Sindoqa Nîştecîhan a Neteweyên Yekbûyî, rapora encama lêkolîna li ser zewicîna zarokên keç ên di bin temenê 18 salî de ragihand. Li gorî raporê di sala 2021’ê de asta zewaca di temenê biçûk de yên li Iraqê gihiştiye ji sedan 25,5’ê. Her wiha li gorî heman raporê li Herêma Kurdistanê jî asta zewaca di temenê biçûk de gihiştiye ji sedan 22,6’ê.