ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 12 Kanûn 2022
  • Rojev
*Hevseroka Yekitiya Hiqûqnasên Ewropa Barbara Spînellî da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binpêkirina mafan a herî mezin ya sedsala dawî ye û got wê dîrok vê binivîse. Barbarayê daxuyand ku  CTP derbarê serdana xwe de daxuyanî nedaye, divê ev biguhere û daneyên bidestxistine parve bike. DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmedar bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet. Jinan diyar kirin ku bi van polîtîkayan dixwazin civakek bêyî exlaq biafrînin û destnîşan kirin ku bi vê yekê nasnameya jinê tê hedefgirtin, jin dikarin bi rêxistinbûyînê xwe van polîtîkayan vala derxînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Rojava di şerê li dijî DAIŞ’ê zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanê êrîşa ku hikûmeta Tirk daye destpêkirin, dan û gotin: “Divê em xwedî li destkeftiyên ku bi bedelên mezin hatine bidestxistin, derkevin.” DÎMEN HEYE