Heyetek jinan ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir

  • 15:18 11 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyetek Bakurê Kurdistanê ku ji komek parlamenter, endamên aliyên siyasî, akademisyen û endamên Yekîtiya Jinên Kurd pêk tê, serdana Başûrê Kurdistanê kir. Heyet wê li Başûr bi aliyên siyasî re bicive.
 
Heyetek Bakurê Kurdistanê ku ji komek parlamenter, endamên aliyên siyasî, akademisyen û endamên Yekîtiya Jinên Kurd pêktê, serdana Başûrê Kurdistanê kir.
 
Heyeta ji Bakurê Kurdistanê sedana Başûrê Kurdistanê kirî, ji parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr ku di heman demê de endama Platforma Jinên Kurd e, cîgira Hevseroka Partiya Herêma Demokratîk û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sincar, akademisyen Evîn Adîn, endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer pê ktê.
 
Li gorî agahiyan wê heyet 3 rojan li Hewlêr be, piştre serdana Silêmaniyê bike. Tê payîn îro heyet serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bikin. Li gorî agahiyan wê di serdanê de behsa rewşa niha ya her çar parçeyên Kurdistanê, metirsiya dijmin ya ser hemû gelê Kurd were kirin. Herwiha wê rol û bandora jinan ya di xebata siyasî de jî were rojevê.
 
Li gorî agahiyên ji heyetê hatine standin, wê di nava 3 rojan de heyet serdana Parlamentoya Herêma Kurdistan û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bike. Tê gotin rojeva sereke wê rewşa siyasî ya Başûr û hemû parçeyên din yên Kurdistanê be. Herwiha rol û bandora jinan ya li her par parçeyên Kurdistanê mijarek din ya serdanê ye.