Li Wanê gel vexwendin meşê: Em ê tecrîdê bi dawî bikin!

  • 14:22 11 Kanûn 2022
  • Rojane
WAN - Ji bo meşa ku wê li dijî tecrîdê û şer bê lidarxisitn, di hevdtînên gel ên li navçeyan hatin kirin de banga "Werin em tecrîdê bi hev re bidawî bikin" li gel hat kirin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), MED Federasyona Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re  (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên azadîxwazû Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo meşa  ku dê sibê li Wanê li dijî tecrîdê bê lidarxistin xebat berdewam dikin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li navçeya Bêgirî ya Wanê  tevlî civînên gel bû, Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindîr, jî li Seravê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li navçeya Payîzava tevlî civînên gel bûn. Di civînên ku bi sedan kes tevli bûn de, banga tevlîbûna li meşa sibe li Wanê bê lidarxistin, hat kirin.