Nobeda Edaletê di roja 643'yan de dewam dike

  • 13:56 11 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA -  Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar îro jî di roja 643'yan de berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dozeke ku serokkomar wê diparêze heye. Hemû cîhan vê bêedaletiyê dişopîne.” 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana Malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adadra 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 643’yan de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand. 
 
Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dozeke ku serokkomar û parlamenter wê diparêzin heye. Beriya dozê, parlamenterê ku li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê kirî weke qehreman hate nîşandan. Lewma hemû kes baş pê dizane ku di vê dozê de biryareke adilane nayê dayîn. Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne. Her çiqas dereng jî bikeve dê ya bi heq pêk were.”