Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e

  • 12:24 11 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di 83’emîn roja xwe de li rojhilatê Kurdistan û Îranê berewam dike, li Sine xwendevanên jin meşiyan û li gelek bajarên din ên Îranê jî meşên bêdeng hatin lidarxistin.
 
Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya‘Jin, Jiyan, Azadî’ di 83’emîn roja xwe de berewam dike. Duh li bajarê Sine bi dehan xwendevanên jin yên Peymangeha Teknîkî daketin kolanan û meşiyan. Xwendevanan bê navber dirûşmên dijî desthilatdariyê û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Li gorî agahiyan hêzên Îranê êrişî xwendevanan kirin û di encamê gelek kes birîndar bûn.
 
Li heman bajarê Sineyê dîsa komek çalakvan ji bo xwepêşanderê bi navê Humen Ebdulahî li ber derê mala wî kombûn û merasîmek bîranînê li dar xistin. Li bajarê Şino duh hate gotin ku du birayên bi navê Ferhad û Ferzad Teha Zade ku di xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
 
Li Tahran, Esfehan û gelek bajarên din ên Îranê jî welatî daketin kolanan û  bi bêdengî meşiyan. Lê hêzên dewletê carek din êrişî wan kirin. Li gelek zanîngehan jî boykota xwendevanan dewam dike, xwendevanan duh jî çalakî lidar xistin.
 
Li seranserê welatên Ewrupayê jî nerazîbûna li dijî darvekirina xwepêşanderan ya ji aliyê Îranê ve dewam dike.