Jinên Sîyasetmedar: Rêya sêyemîn temsîlîyeta hemû gelan e

  • 09:01 11 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Sema Çağlak-Medya Uren
 
ŞIRNEX - Jinên sîyasetmedar bal kişandin ser hilbijartinê û destnîşan kirin ku HDP sîyaseta xwe li ser rêya sêyemîn dimeşîne û gotin: “HDP ji bo hemû gelan bawerî û hêvîyek e û ji bo temsîlîyeta hemû gelan sîyaseta demokratîk esas digire.”
 
Bi nêzbûna pêvajoya hilbijartinê liv û tevgerên partiyên sîyasî jî dest pê dikin. Digel rojeva hilbijartinê rojevên şer, kaos û aloziyên ku Tirkiye tê re derbas dibe, her diçe kûrtir dibe. Her wiha hedefgirtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi van rojevan girêdayî derdikeve pêş. HDP bi êriş û astengiyan rû bi rû dimîne. Têkildarî mijarê jinên sîyasetmedar nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku HDP ji bo gelek pirsgirêkan rêyên çareseriyê pêş dixîne.   
 
‘Sedema kaos û aloziyan nenaskirina nasnameya kurdî ye’
 
Hevşaredara Sêrtê ya ku şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Bêrîvan Helen Işik, diyar kir ku sedema kaos û aloziyên ku li Tirkiyeyê tê jiyîn nenaskirina nasnameya kurd e û got: “A niha rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê bi kaos û aloziya xwe ve berbiçav e. Di aliyê diplomasiyê de jî tê xuyakirin ku xetimandinek heye. Sedema van qeyran û aloziyan jî nenaskirina nasnameya kurdî ye. Bi vê yekê polîtîkaya înkarkirin û tunehesibandina gelê Kurd ji her aliyê xwe dixwaze bimeşîne. Lê belê ev polîtîkayên înkarkirin û tunehesibandinê dibe sedema têkçûyîna vê desthilatdariyê. Ji 40 salî zêdetir ev poltîka tê meşandin û her diçe xwîn tê windakirin. Bi vana girêdayî ve li dijî deskeftiyên Kurdan êrîşek topyekun heye. Hilbijartiyên me di girtîgehê de ne û tê xwestin gelê Kurd ji siyaseta kurdî bêpar were hiştin. Lê HDP’ê hertim tevî van êrîşan jî têkoşîna xwe ya ji bo sîyaseta kurdî û polîtîkaya ku xistibû pêşiya xwe xurttir dike.”  
 
‘HDP naqede’
 
Bêrîvan, bi lêv kir ku her çiqas xwestine HDP’ê xelas bikin ewqas jî HDP bi hêztir bûye û got: “Li dijî HDP’ê her cureyê êrîşan sepandin. Li ser şaredariyên bajarên kurdan qeyûm hatin tayinkirin, vîna gelê Kurd hat xespkirin, êrîş li dijî avahiyên HDP’ê hat kirin lê dîsa jî HDP li ser piyan e. HDP naqede. HDP dê timî ji bo gel bixebite. Berîya hilbijartinê jî rê û rêbazên HDP’ê ku xistiye pêşiya xwe hene û dê karên xwe bi vê amadekariyê bimeşîne. Hêvî û armanca gelê me mezin e. Gel tim xwedî li partiya xwe derketiye û dê tim derkeve. Her çiqas bi tayinkirina qeyûman, bi girtina partiyên me yên sîyasî yan jî bi girtina siyasetmedarên me nikarin vîna me biqedînin wê niha şûnde jî nikaribin biqedînin.”
 
‘Rêya sêyemîn temsîlîyeta hemû gelan e’
 
Bêrîvan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser maseya 6'an û destnîşan kir ku maseya 6’an di bin navê muxalifiyê de siyaseta  li dijî demokratîkbûnê dimeşîne û wiha axivî: “ Sîyaseta maseya 6’an ji demboriyê ve berbiçav e. Maseya 6’an nasnameya kurdî nas nake. Li vî welatî muxalifiya herî mezin û şênber HDP dike. Polîtîka û sîyaseta HDP’ê jî rêya sêyemîn e ku temsîlîyeta hemû gelan dike. Ji xeynî  HDP’ê partiyeke ku heqîqetê bîne ziman tune ye. Nexşerêya me ya HDP’ê diyar e û em ê bi vê polîtîkayê xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Bingeha maseya 6’an nîne’
 
Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê Fîgen Altindag, diyar kir ku digel pêvajoya hilbijartinê kaos û alozî jî zêdetir dibin. HDP ligel gelek êrîş û astengiyan xebatên xwe dimeşîne. Lê ruxmî van hemûyan jî xebatên xwe bi israrî dimeşîne. Em ligel van zext astengiyan sîyasetek dijwar dimeşînin û bi vê yekê re dikevin hilbijartinê. Di vê pêvajoyê de tifaqên cumhur û millet hene û polîtîkayên xwe yên ji bo berîya hilbijartinê dimeşînin. Maseya 6’an jî sernavên taslaka xebatên xwe aşkere kirin lê di vê taslakê de cihê jinan nîne. Ev jî nîşan dide ku ev mase bingeha wê nîne û bendewariyek me ji wan nîne. Polîtîkaya me di rêya sêyemîn de xebatên xwe dimeşîne. Bi vê yekê em di siyaseta demokratîk de bi israr in û li gorî vê gavên xwe diavêjin.”
 
‘Çareserî ji sîyaseta demokratîk derbas dibe’
 
Fîgen, destnîşan kir çareseriya demokratîk xelasîya gel a ji kaos û aloziyan e. Fîgen, wiha axivî: “Desthilatdar di qeyran û aloziyek kûrtir de ye û bi vê qeyranê gel jî bi xwe re dibe. Ne tenê qeyrana aborî, qeyrana sîyasî û civakî gelek bandorên neyînî li ser gel dike. Çareseriya demokratîk rêya xelasbûyîna ji vê qeyranê ye. Ji ber vê yekê divê em hem jin, ciwan û hemû gel  bi têkoşînek yekgirtî li dijî vê qeyranê xebatên xwe bimeşînin. Em bawer in ku em ê hemû bi hev re bi ser bikevin.”
 
‘Baweriya gel bi HDP’ê heye’
 
Herî dawî jî Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Oznur Evîn axivî û diyar kir ku li ser HDP’ê sîyasetek terorîzekirinê tê meşandin û got: “Di vê çarçoveyê de hevalên me tên binçavkirin û tên girtin. Ev hemû konsepta ku ji piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xistin meriyetê ye. Lê em ruxmî hemû polîtîkayên terorîzekirin û êrîşan xebatên xwe berdewam dikin. HDP hîtabî gel dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek pêşniyar û polîtîkayan pêş dixîne. Wekî mînak, ji bo netew, ol û zimanan polîtîkayek hevpar dimeşîne. Lewra ji hêla desthilatdara ku polîtîkayek yekperest dimeşîne dibe hedef. Gelê Kurd a ku ji siyaseta dûrketî dixwazin. Her wiha gelekî ku hatiye çewisandin dixwazin. Di nav civakê de tovên tirsê diçînin. Teqîna Stenbolê jî yek ji wan mînakan bû. Her berîya pêvajoya hilbijaritinê rojevên şer û polîtîkayên hedefgirtinê dixin meriyetê û êrîş dikin. Ew êrîş û polîtîkayên xwe jî li ser HDP’ê dimeşînin. Bi hedefgirtina HDP’ê dixwazin gelê Kurd hedef bigirin. Em siyasetek demokratîk dixwazin bi Tirkiyeyê re bidin qezenckirin. Em dixwazin gel bi jiyanek wekhev û azad bijîn û em helwestek wisa dimeşînin. Baweriya gel bi HDP’ê heye.”