Li Amedê bangewaziya tevlîbûna meşa sibê

  • 16:27 10 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - KCD, TJA, DBP û HDP, li Amedê esnafên li navçeya Yenîşehirê ziyaret kir û banga tevlîbûna meşa sibê hat kirin. 
 
Li dijî tecrîdê dê sibê li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) meşek bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna gel li navçeya Yenîşehira Amedê esnaf hatin ziyaretkirin û banga tevlîbûnê hat kirin. 
 
Ligel astengî û ablukaya polîsan Hevseroka Giştî ya BDP'ê Salîha Aydenîz, di dema serdana esnafan de axaftinek kir û got: "Tê xuyakirin ku di serdana esnafan de jî çiqas ditirsin û lê belê divê bê zanîn ku em ê her roj têkoşîna xwe bidomînin."
 
Her wiha di serdanê de hat diyar kirin ku hêz bi yekitiyê pêk tê û wiha hat gotin: "Tecrît li hemberî me hemuyan pêk tê. Tekane rê aştî ye. 
 
Serdana esnafan bi çepikan bi dawî bû.