ÎHD: Divê girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan

  • 16:26 10 Kanûn 2022
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 559’emîn de çalakiya Rûniştina F li dar xist, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek û xwest bê berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 559’emîn de çalakiya Rûniştina F li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan û hat xwestin bê berdan.  Endama ÎHD’ê Zehra Demîr daxuyanî da. 
 
Zehra diyar kir ku li girtîgehan astengkirina mafê tenduristiyê û tedawiyê û şertên tecrîdkirina giran berdewam dike û tecrîd mafê mirovan binpê dike. 
 
Zehra bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Gebzeyê tê ragirtin û destnîşan kir ku Ozge bi nexweşiya ûrê li ser mêjiyê wê û epîlepsî re rûbirû maye. Zehra destnîşan kir ku mafê tedawiya Ozge tê astengkirin û li gel nexweşiya wê giran e jî nayê berdan. Zehra anî ziman ku Ozge li gel rapora nexweşxaneyê ku nikare di girtîgehê de bimîne jî lê Saziya Tiba Edlî cezayê Ozge taloq nake û berdana wê asteng dike. 
 
Zehra r bi bîr xist ku hevjînê Ozge li gel serî li ÎHD’ê daye û di serlêdanê de destnîşan kiriye ku jiyana hevjîna wî di bin xetereyê de jî nayê berdan. Zehra diyar kir ku ji bo mafê tenduristiyê û mafê jiyana wê bê parastin û bê tedawîkirin demildest bê berdan.