Saziyên hiqûqî li Qamişloyê bang li NY'yê kir

  • 15:37 10 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan û Yekitiya Parêzeran ên herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke hevbeş da û bang li NY kir ku erkên xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk bi dawî bike.
 
Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyeke hevbeş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan çalakvan û hiqûqnasan ji aliyê endama rêveber a komeleyê Evîn Cuma ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: 
 
"Di demekê de ku cîhan Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi dirûşma 'Pêkanîna mafên her kesî di derfet, encam û wekheviya bi rûmet de' pîroz dike, lê ev yek pêk nayê û tu wekhevî û qanûnên navneteweyî li ser erdê pêk neyên û tenê weke peymanekê di navbera hikumet û gelan de dimînin.
 
Tişta li qada Sûriyê rû dide bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya hilweşîna rewşa mafên mirovan e. Ew yek bi sedema teror û bikarnîna çekên wêraniya giştî, xizantî, nexweşiyên giran, hilweşîna jîngeh, tundiya sivîl, êriş, dagirkerî, pêkanîna sûc û komkujiyên li dijî mirovahiyê ne. Ev hemû li gel tunebûna kedên navneteweyî pêk tên.
 
Ev gel hîna ji hêla dewleta Tirk a dagirker ku li ber gefên êrişên bejahî hemwextî bombebarankirina bi dron û balafirên şer e. Dewleta Tirk sûcên revandin, tecawîzkirin û dûrxistina zayendî û nefretê pêk tîne.
 
Êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên navneteweyî û di encama van êrişan de gel bi tevahî di wêraniyê de ye. Bi sedema bikaranîna çekên wêraniya gişt û tunebûna derfetên jiyanê gel ji xwarin, dermanan hate mehrûmkirin, xizantî û nexweşiyên giran belav bûn û jîngeh hilweşî. Her wiha bi sedema êriş û gefên êrişkirinê yên bênavber derfet li pêş zindîkirina rêxistina DAIŞ'ê tê vekirin ku careke din gelê herêmê pê re rû bi rû bimîne.
 
Li gorî madeya 99'an a peymana NY'yê em bang li sekreterê giştî ya NY'yê dikin ku rola xwe ya rêveber pêk bîne û bang li Konseya Ewlehiyê bike ku li gorî benda 7'an a NY'yê tev bigere ku rola vê desthilata rêveber aktîf bibe. Ger nebe dê teror û dagirkerî dewam bike û encamên karesatê bi xwe re bîne. Divê li gorî biryara NY’yê ya 2254'an xebat pêk were."