Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Îbrahîm û Agît bên darizandin

  • 14:43 10 Kanûn 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiye di hefteya 924’emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist û xwestin kujerên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên 31 sal berê bi îşkenceyê hatin qetilkirin, bên darizandin. 
 
Dayikên Şemiye di hefteya 924’emîn de çalakiya xwe ya heftane ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin li ser înternetê li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) yên di 12’yê kanûna 1991’an de li gundê Xendûk ê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û paşê bi îşkenceyê hatin qetilkirin pirsîn. 
 
Neviya Agît Akîpa, Hediye Akîpa behsa pêvajoya qewimî ye kir. Hediye diyar kir ku dewlet ji sûcên hatine kirin berpirsiyar e û dîtina windakiriyan û darizandina kujeran ji roja roj ve ji aliyê dewletê ve hatiye astengkirin. 
 
Hediye serpêhatiya Îbrahîm û kalikê xwe Agît wiha vegot: “Îbrahîm Demîr 36 û Agît Akîpa jî 39 salî bû. Li gundê Çukurlu yê Hezexê dijiyan. Agît her wiha keyayê gund bû. Zextekî giran lê dihat kirin ku bibin cerdevan. Leşkeran gund mîna qereqolê lê kiribûn û dest danîbûn ser malên çend gundiyan. Îbrahîm û Agît jî ji bo ku leşker dibistan û malan vala bikin, serî li qeymeqamtî û wezareta karên hundir dan. Lewma zexta li ser wan zêdetir bû. Di 12’yê kanûna 1991’an de dema Agît û Îbrahîm bi gundiyan re li traktorê siwar bûn û ji sersaxiyekê vedigeriyan, rêya wan ji hêla leşkeran ve hate girtin. Îbrahîm û Agît ji hêla Fermandarê Yekîneya Peyadar û leşkerî girêdayî Fermandariya Tabûra Anitli ya Kerberonê yên li mezraya Agaçli hatin binçavkirin.  
 
Malbatan serî li qereqola cendirmeyan dan lê gotin; ‘me ew qet nedîtine’. Leşkerekî bi veşartî ji malbatan re got; ‘her in li şikeftan binêrin.’ Gundiyan jî cenazeyên Îbrahîm û Agît di 13’lê kanûna 1991’an de di şikefteke ku deriyê wê bi keviran hatiye girtin dîtin. Windakirî hatibûn îşkencekirin, dest û çavên wan hatibûn girêdan. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Hezexê fermandar û leşkerên ku Îbrahîm û Agît binçav kiribûn sûcdar dîtin. Li ser vê yekê jî ji bo vekirina lêpirsînê di 18’ê kanûna 1991’an de  dosya ji Lijneya Rêveberiya Qeymeqamtiya Kerboranê re şand. Lê lijneyê di 20’ê gulana 1992’yan de ev daxwaz red kir. 
 
Di sala 2011’an de bi rêya parêzer Tahir Elçî dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê hate dayîn. Dozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin û ji bo xwe bigihîne dosyayê serî li saziyên têkildar da. Lê belê hemû saziyan got ku di arşîvên wan de dosyayeke wiha tune ye. Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Hezexê derheqê peywirdarên Qeymeqamtiya Kerboranê de bi sedema ‘peywira xwe xerab bi kar anîne’ lêpirsîn da destpêkirin. Lê encamek ji lêpirsînê derneket. Di dawiya dawî de demborîn weke hincet hate nîşandan û hate girtin.” 
 
Hediye gazî berpirsên darazê kir û wiha got: “Di dosyeya Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa de ji bo bicihanîna edaletê wezîfeya xwe pêk bînin.” 
 
Hevjîna Agît Akîpa, Fatma Akîpa jî destnîşan kir ku ew ê dest ji doza xwe ya edaletê bernedin û her têkoşîna xwe bidomînin.