Jinan li Stenbolê bang kir: Em li hemberî destdirêjiyê bêdeng nabin

  • 14:35 10 Kanûn 2022
  • Rojane
STENBOL - Jinan li Fatîha Stenbolê bertek nîşanî damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe ya 6 salî ‘zewicandî’ dan û diyar kirin ku dê li hemberî destdirêjiyê û bêcezahiştinê bêdeng nabin. 
 
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxa Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî di bin navê “mehra melayî” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bû sedemê tecawizkirina keça xwe. Piştî ku ev yek derket holê civakê bertekên tund nîşan dan. Jinên Fatîh ê Stenbolê û Piştevaniya Fatîh bi dirûşma "Li hemberî tecawiza li dijî zarokan bêdeng nebin" li Qada Kocamustafapaşa çalakiya protestoyî li dar xistin. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn. 
 
Jinên ku daketin qadan diyar kirin ku dê li hemberî destdirêjiyê û bêcezahiştinê bêdeng nabin dê li kolana li ber xwe bidin. Jinan her wiha da zanîn ku dê hesabê ji sûcdaran bixwazin. 
 
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.