Ji bo meşa Wanê bang hat kirin

  • 14:33 10 Kanûn 2022
  • Rojane
WAN - Di hevdîtinên bi pêşengiya KCD, TJA, DBP û HDP'ê de banga beşdariya meşa 12'ê kanûnê ya li Wanê hat kirin. Di hevdîtinan de hat gotin divê tecrîd bê şikandin û ev jî bi têkoşîna hevpar pêkan e. 
 
KCD, TJA, DBP, (MED TUHAD-FED), OHD, Dayikên Aştiyê û HDP'ê amadekariyên meşa di 12'ê kanûnê de wê li Wanê li dijî tecrîdê pêk bê îro jî domandin.
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Ebexa Wanê, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, li Westanê ; Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Temelli jî li Şaxê tevlî hevdîtinên gel bûn.  
 
Ebex
 
Li navend û kuçeyên Ebexê di hevdîtina gel de serdanên malan çêbûn. Di hevdîtinan de bal kişandin ser êrişên li ser gelê kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
Westan
 
Di hevdîtinên li Westanê de bal kişandin ser geşedanên li Kurditan û Tirkiyeyê. Di hevdîtinê de gel vexwendin meşa 12'ê Kanûnê ya li Wanê. 
 
Şax
 
Li hêrêma Êzdînanê ya li Şaxa Wanê heyet bi welatiyan re hat gel hevdu. Li vir bal kişandin ser pirsgirêkên siyasî, aborî, çandî û civakî. Her wiha li ser tecrîdê hat sekinandin. 
 
Heyetê piştre serdanên taxan pêk anî.