Xizmên Windayan li aqûbeta Hacî Şîşlî pirsîn

  • 14:12 10 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 722’an de li aqûbeta Hacî Şîşlî pirsîn û gotin polîtîkayên bêcezahiştinê li hemberî kurdan pêk tên.  
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 722’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqûbeta Haci Şişlî ye ku di sala 1993'an de li navçeya Basa ya Şirnexê hate windakirin pirsîn. Sazî û komeleyên ku tev li daxuyaniya 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cihanê bibûn jî beşdarî çalakiya xizmên windakiriyan bûn.
 
Di destpêkê de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah Zeytûn bal kişand ser Roja Mafê Mirovan a Cihanê û got ku divê dewlet qanûnên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de ne bi cih bîne. Abdullah diyar kir ku di vê peymanê de qanûnek jî cezakirina kujerên kesên di binçavan de hatine winda kirin e û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê li gor vê peymanê tevnagere û van biryaran bin pê dike. Divê Tirkiye ji van binpêkirinan re hevrûbibe û biryarên peymanê bi cih bîne. Di çerçoveya Hefteyê Mafê Mirovan a Cihanê de em dê dîtin û necezakirina kûjerên windakiriyan careke din bi bîr bixin û bi çalakî û daxuyaniyan banga polîtikayên li ser vê bingehê bikin.”
  
Pişt rê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Nahît jî bi lêv kir ku dema mirov li wêneyên windakiriyan dinêrê li ser bajar, navçe û gundan kesan dibîne û wiha pê dê çû: “Ev yek şerma dewletê ye. Dewletê car caran edalet, helalî xwest û hevrûbûnê tîne ziman lê 30 sal in ev xwestina helaliyê pêk nehatiye. Polîtikayên bê cezakirinê ya li dijî kurdan politikaya dewletê ya sîstematîk e. Me gelek caran aniyê ziman piranî dosya ji ber ku mexdûr kurd in bi bêcezahiştinê encam girtine. Taybetî jî binpêkirina mafan ku ji aliyê hêzên dewletê yên lêşkerî pêkhatine bi bêcezahiştinê encam digire. Lê dijî vê yekê têkoşîn jî wê berdewam bike. Ji bo kûjerên windayan bên dîtin û cezakirin çalakî û hewldanên me dê berdewam bikin. Em li ser êrdnîgariya ku herî zêde binpêkirinên mafan pêk tên dijîn.”
 
Çîroka Haci  Şîşlî ji aliye  Endama  Lijneya Şaxa ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin, Jiyan anî ziman ku Haci Şîşlî dema ji aliye lêşkeran ve hatiye binçavkirin birayê wî Tahîr jî bi wî re bûye. Jiyan, bi lêv kir ku malbat heta şevê li bendê disekinin lê tu agahî ji Haci Şîşlî nagirin û wiha got: “ Ji ber zextan malbata Şîşlî neçar dimîne ku ji Sêrtê koç bikin. Piştî ku li ser windabûna Haci Şîşlî re demek derbas dibe bi navê Kaderê zarokeke wî çêdibe û ji ber ku ew windayê di nifûse de li ser birayê wî qeyd dikin. Di 20’ê kanûna 1993’an de Şîşlî hatiyê windakirin û hêj jî agahî jê nehatiyê girtin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.