'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 642 roj in didome

  • 13:41 10 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 642'yemîn de didome. Malbatê di çalakiya îro de ev peyam da: "Em ê bi ser kevin, daxwaza me edalet e.” 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di 9’ê adara 2021’ê de dabû destpêkirin, di roja 642’yemîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyeyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Yê ku edaletê daxwaz dike ne peykerê Themis ê li ber derî ye, ewa edaletê daxwaz dike dayikek e. Doza dikanê xera bû, hemû rêxistinên hiqûqê xwedî li doza me derketin. Em ê serbikevin, daxwaza me edalet e.”