Meclîsa Malbatên Şehîdan xwest qedexeya hewayî bê ferzkirin

  • 13:08 10 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê xwest qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 7'ê kanûnê de ragihandibû ku di 10`ê kanûnê ango îro de ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê dest bi hemleya Hashtagê bikin. Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo piştgiriya hemleyê îro li pêş navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş daxuyanî xwend û bi dehan malbatên şehîdan beşdar bûn.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên bejahî û hewayî yên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û hat destnîşankirin ku gefên dagirkeriyeke nû li herêmê bandorê li têkoşîna li dijî terorê dike û derfeta zindîkirinê dide DAIŞ`ê. Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Sûriyê hatin şermezarkirin û welat û saziyên cîhanê yên li hember kuştina sivîlan bê deng dibin, berpirsiyariyên êrişan hatin nîşandan.
 
Bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku dawî li êrişên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê bînin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin.