Li Rojhilat û Îranê serhildana gel dewam dike

  • 11:07 10 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî dewleta Îranê bê navber dewam dike, hema bêje li hemû bajaran xelk duh jî daketin qadan û nerazîbûnên xwe anî ziman.
 
Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina Jîna Emînî û dijî sîstema desthilata Îranê bê navber dewam dike. Piştî darvekirina xwepêşanderan xelk li her cihî daketin kolanan û çalakî lidarxistin.
 
Duh li gundê Zêwke ya bajarê Pîranşarê, merasîma çileya xwepêşanerek bi tevlîbûna malbat û welatiyên gund çêbû. Li bajarê Dereşar ya Îlamê jî duh bi şev welatiyan agir berdan wêneyên rayedarên Îranê.
 
Li bajarê Îranê Zahîdan jî bi sedan kes daketin kolanan û dijî desthilata Îranê meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ qêriyan.
 
Li bajarên Çebehar, Xaş, Zehek, Îranşar ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî ya ji aliyê Îranê, hem li nav Îran hem jî dervey Îranê bû sedema nerazîbûnan. Li Kirmaşan meşek bêdeng hat lidarxistin, lê hêzên Îranê êrişî xelkê kir û gelek kes birîndar bûn.
 
Li gelek herêmên Tahranê jî bi pêxistina muman û çalakiyên cûda, welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî darvekirina Muhsîn anîn ziman.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê dayika hunermend Saman Yasîn ku hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir da ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê. Dayika Saman got: “Li ti cihek dinyayê tiştek wiha nehatiye dîtin, kesek li agirek di tenekêde, cezayê darvekirinê lê were birîn. Bang li her kesê dikim ji bo parastina canê kurê min her tiştî bikin.”
 
Hêjayî gotinê ye duh hat diyarkirin ku li bajarê Dehgulan ya Rojhilatê Kurdistanê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, piştî hate binçavkirin, bi êşkenceyê hate kuştin.