Dadgehê parvekirina ne aîdî Bêrîtan Canozer wekî hincet nîşan da

  • 09:51 9 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Tevî ku Rojnameger Bêrîtan Canozer diyar kir ku parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên hinek hesaban ne aîdî wê ye jî vê yekê dadgeh qeneh nekir. 
 
Rûniştina biryarê ya doza bi iddiaya "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê" li nûçegîhana me Bêrîtan Canozer hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Dadgehê ji ber parvekirina hesabê medyaya dîjîtal ê aîdî Bêrîtanê ye salek deh meh û 15 roj ceza birî. Ji ber hesabê medyaya dîjîtal ê aîdî Rojnameger Bêritan Sarya jî salek sê meh cezayê girtîgehê da. 
 
Dadgehê hinceta biryarê ya derbarê Bêrîtanê de eşkere kir. 
 
Bêrîtanê her çiqas îfade kir ku hesabê Bêrîtan Sarya ne aîdî wê ye jî dîsa jî ji ber parvekirinên vî hesabî jî ceza ji bo Bêrîtanê hat birîn. 
 
Her wiha di biryarê de dadgehê cih da parvekirinên hesabê medyaya dîjîtal ê bi navê "umut_hevi__" yê ne aîdî Bêrîtanê jî.