Jinên siyasetmedar: Dixwazin Birêz Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin

  • 09:02 9 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak-Medya Uren
 
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar têkildarî tecrîd û biryara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a neqebûlkirina hevdîtina bi CPT'yê re nirxandin û gotin: "Wan xwestin Birêz Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Lê hercara ku ketin tengasiyê jî serî li Îmraliyê dan. Ev helwesta wan balkêş e ku piştî ewqas nerazîbûnan di demek wisa de bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Neqebûlkirina Birêz Abdullah Ocalan a hevditinê jî ji van nêzîkatiyên wan e."
 
Tecrîda girankirî di 6 salên dawî de li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin her diçe tê girankirin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de birayê wî Mehmet Ocalan bi rêya telefonê hevdîtinê dike û telefon di nîvî de tê qutkirin. Ji wê rojê ve hevdîtin pêk nehatin û serlêdan bi hincetên ‘cezayê dîsîplînê’ hatin betalkirin. Di 20-29’ê Îlonê de Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya girêdayî Konseya Ewropayê (CPT) ji bo hevdîtinê hatin lê belê piştî wê banga ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin red kiriye hate ragihandin. Ev weke bertekek li hemberî bêdengiyê hate nirxandin. Jinên siyasetmedar jî têkildarî tecrîdê û bêdengiya heyî bertekên xwe nîşan dan.
 
‘Xwest bêdengiyê şermezar bike’
 
Aktivîsta TJA’yê hevseroka şaredariya navçeya Qopê Eylem Sarûca bêdengî şermezar kir û wiha got: “Dema em temaşe dikin di eslê xwe de tecrîdek ku 22 salan bê navber berdewam dike heye. Di 6 salên dawî de jî ev tecrîd gihişte asteke din. Ev ast jî asta ku girêdana wan bi derdorê re bi temamî qut bike ye. Jixwe armanc jî ne qutkirina girêdana gel a bi Îmraliyê re ye? Li hemberî vê tecrîdê jî di astek girîng de bertek hatin nîşandan. Bikaranîna vê peyvê û li hemberî wê lidarxistina çalakiyan û heta bertekên tê nîşandan jî hatin qedexekirin. Ev nav û ev gotin çiqasî wan ditirsîne diyar dibe. Lewra qutkirina vê girêdanê ne hêsan bû û ber bi hilbijartinê ve jî dixwazin bi kar bînin. Lewra daxwaza hevdîtinê ya CPT yê jî balkêş e ku piştî demek dirêj hewildanek wisa bike. Li hemberî vê helwestê jî berteka Birêz Abdullah Ocalan di cih de bû. Li gorî min jî xwest vê bêdengiya heyî şermezar bike.”
 
‘Ev îşkence û sûc e’
 
Eylemê bi lêv kir ku ev tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin di eslê xwe de li ser hemû gelê kurd e û li ser berdewam kir: “Li gel vê jî bandorê li ser hemû gelên Tirkiyeyê jî dike. Ev jî diyar dike ku çiqasî îqtidar ji bêçareseriyê û b demokratîkbûnê têr dibe. Ev şeklê îşkenceyê jî di asta navneteweyî de jî sûc tê qebûlkirin. Lê belê mixabin bi awayekî keyfî ev tecrîd li ser Birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd tê meşandin. Her kes jî li hemberî vî sûcê mirovahiyê bêdeng in. Israrkirina di vir de jî nexwestina sîstema demokratîk û sîstema aştiyane ye. Ji ber  di vê pêvajoyê de hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re wê çareseriyê bîne û wê deriyên aştiyê vekin. Kilîda vê li Îmraliyê ye û di xalek herî girîng de cîh digire. Aştî û çareseriyek bêyî wê pêk nayê. Jixwe ew jî naxwazin çareseriyek pêk were. Bi vî rengî jî sîstema dixwazin înşa dikin. Êdî ji hevdîtinê zêdetir em di azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan de bi israr in.”
 
‘Bi tecrîdê re silsileya qeyranan pêk hat’
 
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Şengul Polat da zanîn di esasê Birêz Abdullah Ocalan de li ser hemû gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tecrîd tê meşandin û li ser wiha berdewam kir: “Ev jî bi xwe re silsileya qeyranan tîne. Qeyranên aborî, civakî, siyasî, tendirustî û weke din di her hêlî de bandorek giran dike. Di eslê xwe de ev di wan de jî xetimandinekê ava dike û dibe sedema rûxandinên ku ji nav neyên derxistin. Ev tecrîd rast e di 6 salên dawî de bêtir di rojevê de ye lê belê ev salên dirêj in berdewam dike. Di vê pêvajoyê de jî qirkirinên mezin hatin jiyîn.”
 
‘CPT'yê erka xwe pêk neanî’
 
Şengul da zanîn neqebûlkirina hevdîtinê ya Birêz Abdullah Ocalan a bi CPT'yê re destnîşan kir û got: “Me qala binpêkirinên mafan û tune hesibandina vîna gelekî nirxand. Herwiha çawa gelekî tecrîd dikin. Tê zanîn CPT xwest hevdîtinê pêk bîne. Piştî ewqas serlêdan û salan. Birêz Abdullah Ocalan ev hevdîtin erê nekir û sedemê vê jî di holê de ye. Berteka Birêz Abdullah Ocalan li hemberî bêdengî û tunehesibandina wan e. Her wiha ji ber ku yek ji berpirsyarên vê tecrîdê ew bi xwe ne. Ger ku gavek rast û di cih de hatiba avêtin bê guman wê encam ne ev ba. Ji serî de jî daxwaza me ew e ku ew berpirsiyariya xwe bînin cih û ev hevdîtin pêk werin.”
 
‘Divê em tecrîdê bişkînin’
 
Şengulê bi lêv kir ku divê tecrîd bişkê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îqtidara heyî ji vê tecrîd û şerî xwe têr dike. Ger tecrîd were şikandin hevdîtin pêk werin û berpirsyarî werin cih wê encam jî werin girtin. Encam bê guman wê çareserîyek demokratîk be. Yên ku di berdewamkirina tecrîdê de bi israr in li dijî çareseriyê û aştiyê ne. Dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin û talan bikin. Rêbaza bi kar tînin jî tecrîd e. Em dibînin îro êrişî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikin. Her wiha di vî şerî de hemû derfetên xwe bi kar tînin. Li gel wê jî sûcên şer pêk tînin. Ev destkeftiyên jinê ne. Ji bo hemû cîhanê jî bû nimûneyek girîng. Me dît ku felsefeya jin jiyan azadî çawa li vir zindî bû. Bi azadiya wan jinan re azadiya civakekê pêk hat. Ji ber wê yekê herî zêde êrişî destkeftiyên jinan dikin. Divê em bi vî rihî, bi vê felsefeyê tecrîdê bişkînin û azadiyê bi dest bixin.”