Xizmên girtiyan: Em xwedî li zarokên xwe derdikevin

  • 14:52 8 Kanûn 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin û bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan dan. Xizmên girtiyan gotin:"Em xwedî li zarokên xwe derdikevin."
 
Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Çeşme û Çîgliyê jî piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiyê de dayika Denîz Poyraz ku li Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz axivî û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. Bi domdarî Fehîme ev tişt anî ziman: “Ma dê ev zilm heta ku derê bidome? Êdî bes e. Li bendê ne ku girtiyên nexweş bimrin an jî dema ku kêmek ji bo mirina wan ma berdidin. Em vê qebûl nakin. Dema zarokên me hatin girtin tendirustiya wan baş bû. Lê tevek li girtîgehê nexweş ketin û dimirin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bibînin. Di nava çar dîwaran de îşkenceyê li zarokên me dikin. Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Divê zarokên me di zûtirin demê de bên berdan.”