Li Rojhilat û Îranê serhildan berdewam dike

  • 13:40 8 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYEN - Li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Greva Giştî di roja xwe ya 3'yemîn de berdewam kir û her wiha xwepêşandan û çalakî jî ji Urmiye heta Tehranê berdewam kir.
 
Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana "Jin, jiyan, azadî" yên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî girtin, îşkence, qetilkirin, darvekirin û şîdeta ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bi îradeya gel berdewame. Li gel xwepêşandan û çalakiyan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo nerazîbûna li dijî qetilkirin, girtin, şîdet û gulebaranên raste raste yên hêzên Îranê yên li beramberî xwepêşanderan, 3 roj in Greva Gişî berdewam e.
 
Duh li bajarên weke Urmiye, Mihabad, Bokan, Şîno, Serdeşt, Pîranşar, Seqîz, Bane, Merîwan, Kamyaran, Dîwandere, Dêwlan, Qurwe, Sine, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Kirmanşan, Dereşar, Şabad, Abdanan, Îlam û hinek bajar û bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê Greva Giştî berdewam bû. Di rêjeyek berbiçav de dukandaran dukan û bazarên xwe girtin û her wiha li dibistanan jî boykot berdewam bû.
 
Li bajarê Qirwe meşek bê deng hat li darxistin û di danê êvarî de li bajarê Seqîz, Merîwan û Sine ciwanan agir pêxistin û rê li trafîkê girtin.
 
Li bajarê Sine di xwepêşandanê de hêzên dewletê êrişî xwepêşandanan kirin û di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de ciwanek bi navê Humen Ebdulah hat qetilkirin.
 
Li ser asta Îranê jî li bajarên Belucistanê, zanîngeh û hinek bazarên Tehran, Esfehan, Qezwîn, Buşehr, Kerec, Lahîcan û Şîrazê bi mebesta berdewamkirina Greva Giştî ne hatin vekirin.
 
Duh bi şev li herêmên weke Necef Abadî Esfehan û li bajarên weke Kirman, Yasuc, Erdekanî Yezîd, Qezwîn, Erak, Rûdserî Gîlan û hinek herêmên din yên Îranê welatî bi awayekî girseyî daketin kolanan û meş û çalakî li darxistin.
 
Her wiha li aliyekî din duh Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê bîlançoyek parve kir û ragihand ku ji 16’ê îlonê heta niha, herî kêm 458 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin ku ji vane 29 jin û 63 zarok in.
 
Li gorî heman bîlançoyan li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlam 133 kes hatine qetilkirin. Piştî welatiyên ji netewa kurd, herî zêde kesên ku di xwepêşandanan de hatîn qetilkirin Belûc bûn ku heta niha 128 kes li parêzgeha Belûcistanê hatine qetilkirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku di 16’ê îlonê de li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî bi hinceta derketina pirçê qetilkirina jina kurd Jîna Emînî, xwepêşandan û çalakiyên cur be cur yên girseyî destpêkirin ku 3 meh in hîna berdewam dikin. Di encama xwepêşandanan de heta niha bi sedan kes bi guleyên raste rast yên hêzên dewleta Îranê hatine qetilkirin û birîndarkirin, bi hezaran kes hatine girtin ku bi sedan kes hîna aqûbeta wan nayê zanîn. Her wiha gelek ji xwepêşanderên ku hatîn girtin bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.