'Kesên pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane çareser nekin dê biçe'

  • 16:43 7 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
AGIRÎ - Di hevdîtinên gel ên li Agiriyê de Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku sedema şer tecrîd e û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî got ku kesên pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser nekin dê biçin.
 
Serdan û civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî geşedanên siyasî yên rojane li bajarên Serhedê dane destpêkirin didomin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û endamên partiyê îro li Agiriyê bûn.  Salîha Aydenîz li navçeya Giyadîn Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Panosê û gundên wê; Keskîn Bayindir jî li navçeya Bazîd û gundên wê bi gel re civiyan.
 
'Sedema şer tecrîd e'
 
Salîha ya li Giyadînê li malekê hevdîtin bi gel re kir, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku sedema şerê tê kirin tecrîd e. Salîha diyar kir ku divê Rêberê PKK'ê Azad be, heta ku azad bibe wê têkoşîna wan bidome û banga hestiyariyê li her kesî kir. 
 
Berdan Ozturk jî li li Panosê li Navenda Belediye Îş'Ê axivî û bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê yên şer û neçareseriyê. Berdan got ku kesên pirsgirêka kurd bi rêya çareser nekin dê biçin.