Dayika Zerrin Yilmaz a girtî, hat veşartin

  • 16:26 7 Kanûn 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Zerrin Yilmaza ku ev 18 sal in girtiye, Fatma Yilmaz a jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê hat veşartin. Zerrinê xwestibû bi rêya dîmen dayika xwe bibîne lê belê ev yek hat redkirin. 
 
Dayika Zerrin Yilmaza ku ev 18 sal in girtiye, Fatma Yilmaz a jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê hat veşartin. Zerrinê a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tê girtin û xwestibû bi rêya dîmen dayika xwe bibîne lê belê ev yek hat redkirin. Îro cenazeyê Fatmayê ji Elmanyayê anîn Nisêbîna Mêrdînê. Cenazeyên Fatmayê li Goristana Hecace hat definkirin. 
 
Ji bo Fatmayê li Nisêbînê şîn hat dayin.