Biryar hat dayîn ku dosyayên Fîgen Aras bikin yek

  • 13:58 7 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - Di danişîna doza endama Akademiya Jinê Fîgen Aras de heyeta dadgehê xwest ku dosyaya Fîgen bi lêpirsîna li Enqereyê hatiye vekirin re bikin yek.
 
Danişîna doza ku endama Akademiya Jinê Fîgen Aras bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fîgen a di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de hat girtin û birin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzera wê Ruşen Seydaoglû jî tevli danişînê bû.
 
Piştî parastina Fîgen û parêzerê wê, dozgeriyê xwest dosyaya Fîgen bi dosyaya lêpirsînê ya li Enqereyê re bikin yek.
 
Dadgehê her wiha daxwaz kir ku lêpirsîna Fîgen a li Enqereyê berdewam dike, ger dozgerî bikaribe bila dosyan bike yek.
Dadgehê danişîn taloqî 8'ê Adara 2023'an kir û biryar da ku li benda bersiva daxwazên xwe bin.