Greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 13:41 7 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" didome.
 
Weke duh û roja ji beriya wê greva giştî ya li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 3'yemîn de berdewam dike. Ji bilî dukandaran gelek zanîngeh û dibistan tevlî greva giştî bûn û nehatin vekirin.
 
Xwepêşandan û çalakiyên li dijî dewleta Îranê yên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 3 meh in berdewam in.
 
Ji bo balkişandina ser êriş û şîdeta dewleta Îranê weke duh û roja ji beriya wê dukandaran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi nevekirina dukanên xwe greva giştî berdewam kirin.
 
Li gorî dîmenên ku di medyaya dîjîtal de hatin belavkirin îro li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Kirmanşan, Sine, Îlam, Mihabad, Rewanser, Pawe, Merîwan, Seqîz, Bane, Bokan, Dîwandere, Qirwe, Kamyaran, Şîno, Dêwlan, Ciwanro, Îslam Abad a Rojava û gelek bajarên din greva giştî berdewam dike.
 
Di heman demê de li Îranê jî li bajarên Şîraz, Buşehr, Kerec, Esfehan, Lahîcan, Qezwîn û hinek bajarên din ji bo bersivdayîna bangewaziya greva giştî dukan û bazar nehatin vekirin.
 
Her wiha hinek zanîngeh û dibistanên bi taybet li bajarê Tehranê tevlî ‘Greva Giştî’ bûn.
 
Hêjayî gotinê ye ku di 5’ê Kanûnê de li ser banga çalakvanên sivîl ên Îran û Rojhilat bi mebesta dayina piştgiriyê ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku 3 meh in berdewam e, ji bo 3 rojan dest bi greva giştî hat kirin.