Ji 'Nobeta Edaletê' peyama 'Bijî berxwedana zindanan'

  • 13:39 7 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Malbatên girtiyan çalakiya "Nobeta Edaletê" îro li ber avahiya ATK'ê pêk anî û gotin: “Em bi zarokê xwe re ne û bejna xwe li hemberî têkoşîna wan ditewînin.” 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin didome. Çalakiya malbatan di roja 386’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê jî piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdûlsena Ada, Reşahat Ada axivî. Reşahat anî ziman ku zêdetirî saleke daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Bila zixt û zordariyê li girtiyan nekin û înfazên wan neyên şewitandin. Em dixwazin ku girtî bên tedawîkirin. Me lîsteya girtiyên nexweş dabû partiyên li Meclisê û wan jî soz dabûn ku dê li ser mijarê bisekinin. Lê Meclis vebû û ew jî li ser soza xwe nesekinîn. Heya ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li cem girtiyan bin. Em îro deyndarên tekoşîna zarokên xwe yên di zindanê ne û em bejna xwe li ber wan ditewînin."
 
Reşahat bertek nîşanî girtina girtiya bi navê Şadiye Manap ku 30 salan di girtîgehê de mabû û piştî berdanê dîsa hatibû girtin û wiha bi dawî kir: “Hevala Şadiye 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Lê çawa ku hate berdan, dîsa hate girtin. Hevala Şadiyeyê 30 salan li ber xwe da û dê dîsa li ber xwe bide.” 
 
Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edelet"  bi dawî bû.