Pirtûka ‘Derwazeyek bo Jineolojî’ bi deng hate belavkirin

  • 12:47 7 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cilda yekem ya pirtûka ‘Derwazeyek bo Jineolojî’ (Deriyek ji bo Jineolojî) bi deng hate belavkirin û di YouTube de her kes dikarê jê feyde bigire.
 
Cilda yekem ya pirtûka ‘Derwazeyek bo Jineolojî’ (Deriyek ji bo Jineolojî) ku ji aliyê Akademiya Jineolojî ve hatiye amadekirin, li ser YouTube bi deng hate belavkirin. Di pirtûkê de behsa dîroka jin, dagirkeriya li ser zayend û kesyatiya jin tê kirin. Pirtûk ji aliyê endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî ve tê xwendin, di heman demê bi zarava Soranî bi deng ji aliyê Necîbe Qeredaxî ve tê xwendin.
 
Jineolojî,  ji du peyvên kurdî û latînî pêk tê. “Jin” kurdiye, “lojî” jî pêveke zanistî ya latîniye, di yekbûna wan herdu peyvan de Jineolojî pêktê. Bi gotineke din Jineolojî, tê wateya, “Zanista jin”. Têgîna Jineolojî cara yekemîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2008’an de di pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” de bikaraniye.