ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 7 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Jinên siyasetmedar li Şirnexê polîtîkayên êrişên taybet ên ku bi taybetî li ser jina kurd û siyaseta jinê tê meşandin, nirxandin  û gotin: “Dewleta tirk dixwaze bi rêya êrişên tabet jinan bixin û bi wê re civakê bixin. Lê belê ev bêtemuliya wan û tirsa wan a li hember têkoşîna jinê dide xuyakirin. Ew jî dizanin, em jî dizanin wê şoreşa jinê bi ser bikeve.” DÎMEN HEYE
 
* Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulşen Sîncar, diyar kir ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke sîstematîk heye û got: "Li dijî şer û qeyranê divê bi Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin." BI DÎMEN 
 
*Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanê êrişên ku Tirkiye li hemberî Rojava dane destpêkirin, dan û gotin: “Peywira me ev e, em ruyê şer îfşa bikin, ligel têkoşîna azadiya Gelê Kurd bin, bi hev re têbikoşin.” BI DÎMEN 
 
*Li dijî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’yê kanûnê de wê meşek pêk bê. Jinan ji bo tevlibûna meşê bang kirin û gotin: “Li dijî politîkayên tecrîda li girtîgehan dem ne dema gotinê, dema çalakiyan e.” BI DÎMEN