Jinan li Dirbêsiyê tecrîd şermezar kir

  • 16:07 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jinên li navçeya Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê bilin bikin.
 
Bi sedan jinên ji navçeyê û endamên saziyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi xwepêşdanê kir. Beşdaran wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongra Star bilind kirin û bi dirûşmeyan berxwedana Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav kirin û sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.
 
Li Çarxerêya Gardînya xwepêşandan veguherî mitîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Hocîn Hêrez axivî û destnîşan kir ku jinên herêmê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. Hocîn got ku êrişên dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî tên kirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî tevahî gel û bi taybet jinan e.
 
Her wiha diyar kir ku divê gelê herêmê destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin, li hember êrişan û şerê taybet li kêleka hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin bin.
 
Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan bi dawî bû.