'Qirkirina jinan pirsgirêkek civakî ye'

  • 15:14 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA/MÊRDÎN - Jinan ji bo Bahar Hezer a ku ji aliyê biryaê xwe ve hat qetilkirin li du bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyên hatin dayîn de jinan diyar kir ku qirkirina jinan pirsgirêka civakî ye. 
 
Li Rihayê di 3’yê kanûnê de rêvebera Odeya Endezyarên Înşeatê Bahar Hezer ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin. Rêxistinên jinan ên li Rihayê û odeyên girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li ber avahiya Odeya Endezyarên Înşeatê ya Rihayê daxuyanî dan. Yên tevli daxuyaniyê bûn kurdeleya mor û wêneyê Hezer bi sînga xwe ve kirin û pankarta “Em ê xwedî li têkoşîna Bahar derkevin” hildan û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Rêvebera Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Elîf Erdem diyar kir ku kujerên jinan bêceza tên hiştin û ev yek wêrekiyê dide kujeran. Elîf destnîşan kir ku ew êdî ne edaleta zilaman lê edaleta rastî dixwazin. Elîf da zanîn ku wê jin li dijî hemû polîtîkayan têbikoşin û ji bo êdî jinek nebe qurbanê tundiyê dê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman û çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Piştre li avahiya Odeya Endeyzarên Înşeatê li beşa ji bo Bahar Hezer hatibû amadekirin bîranîn pêk hat. 
 
Mêrdîn
 
Desteya Koordînasyona Bajarê Mêrdînê ya TMMOB’ê jî li avahiya xwe daxuyanî da û Baharê bi bîr anî. Rêvebera Odeya Endeyzarên Înşeatê ya Mêrdînê Mizgîncan Dînç Arsû daxuyanî da û destnîşan kir ku hevrêya wan Bahar bi awayek hovane hatiye qetilkirin û ew ne edaleta derewîn lê edaleta rasteqîn dixwazin. Mizgîncan da zanîn ku ew ê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan derkevin û jinan bêxwedî nehêlin.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.