Serdana rojnamegera girtî hat astengkirin

  • 13:32 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Kesên ku xwestibûn bi rojnamegera li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî Oznûr Deger re hevdîtinê bikin bi hinceta "xeterbûnê" ji lîsteya hevdîtinê hatin derxistin. 
 
Di çarçvoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat destpêkirin de di 25'ê Cotmehê de bi ser malên rojnamegeran de hatibû girtin û gelek rojnameger hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin 9 kes di 29'ê Cotmehê de hatin girtin . Oznur Deger a ku ew jî di nav rojnamegerên hatin girtin de cih digire ji bo hevdîtinê çend nav li lîsteya xwe ya hevdîtinê nivîsandibûn. Lê ji van kesên hinek jê bi hinceta"xeterbûnê" ji lisîteya hevdîtinê hatin derxistin. 
 
Oznûr ev agahî dema ku duh bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir ragihand. Oznûr diyar kir ku wê derbarê mijarê de ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsiye lê tu bersîv jê re nehatiye dayîn.