Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 638'an de ye

  • 13:08 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roa 638'an de ye. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 638’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar, ji ber nexweşiyên xwe nikarê were tev li nobetê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê pankarta “Ji malbata Şenyaşar re edalet” vekir û çalakiya xwe ya nobetê domand. 
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roa 638'an de ye 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Pêşketin û rêzdariya welatekî bi hiqûq û edaletê tê pîvan. Heke li welatekî edalet nebe li wir ne tenê kesên rêveber, her kes sûcdar e. Ev 638 roj in em li ber deriyê edliyeyê li bendê ne ku dewleta hiqûqê tiştê pêwîst bike.”