Çalakiya malbatên girtiyan îro jî dewam kir: Çima hiqûq ji bo girtiyan tune ye

  • 13:07 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dewam dike. Di çalakiya îro hat lidarxistin de Nazîme Boltan axivî û bal kişand ser bêhiqûqiya li hemberî Şadiye Manap a ku 30 sal cezayê wê qediye û roja ku bê berdan careke din hat girtin û got: “Çima maf û hiqûq ji bo girtiyan tune ye. Ji ber ku em kurd in zilm û zorê li me dikin.”        
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 385'emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê piştgirî da çalakiya malbatan.     
 
Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan anî ziman ku salek e ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin di çalakiya  Nobeda Edaletê de ne û ev tişt gotin: "Mafê zarokên me jî heye, çima zarokên me di heq û hiqûqê de bê par tên hiştin? Bila dubendiyê nexin navbera girtiyan. Çima yên ku di tiryak an jî sûceke din kirine hemû mafên wan hene lê ji bo girtiyên me tune ye. Tu sûcekî zarokên me tune ye, ew jî dizanin hemû dinya jî dizane ku zarokên me ji ber çi di girtîgehê de ne. Daxwaza me jî ew e ku zarokên me demildest bên berdan."     
 
‘Zilm û zoar her diçe zêde dibe’     
 
Nazîme destnîşan kir ku zilm û zora li ser girtiyan zêde bûye û wiha axivî: "Zarokên me bi kelepçekirî dibin nexweşxanê, bi kelemçekirî dê çawa tedawiya zarokên me bikin. Bila raporên zarokên me bidin, zarokên me êdî hatine ber mirinê. Bila êdî bên berdan. Ez wek dayika girtiyekî çar sal in ku min lawê xwe nedîtiye. Zarokên me sirgûnî bajarên dûr dikin, ez jî nexweşim nikarim bi rê ve biçim. Bila zarokên me bînin bajarên nêzî me ku em dikaribin zarokên xwe bibînin.” 
 
‘Ji ber kurdbûna me zilm li me tê kirin’     
 
Nazîme bal kişand ser girtina Şadiye Manap ku piştî 30 salan cezayê wê qediya û roja hat berdan careke din hat girtin û wiha bertek nîşanî girtina wê da: “Tevî ku cezayê we qediya jî careke din ew girtin. Ev şerma wan e. 30 sal cezayê wê qediya jî careke din girtin. Çima maf û hiqûqa wan ji bo girtiyan tune ye. Ji ber ku em kurdbûna me zilmê li me dikin.” 
 
Nobeda îro bi berzkirina dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.