Wesayîta zirxî ya artêşa tirk li dayikek û keça wê qelibî
- 12:33 6 Kanûn 2022
- Rojane
ENQERE - Wesayîta zirxî ya leşkerên artêşa tirk li bajaroka Etarib a Helebê da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayikê û keça wê jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê jî xelkê bajarokê kevir avêtin wesayîta zirxî û ev yek şermezar kirin.
Wesayîteke zirxî ya leşkerên artêşa tirk, li bajaroka Etaribê ku li bakurê rojavayê Helebê dimîne, di dema dewriyeyê de da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayik û keça xwe di bin wesayîta zirxî de man û jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê jî xelkê bajarokê kevir avêtin wesayîta zirxî û ev yek şermezar kirin.
Di rapora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) de hat ragihandin ku di destpêka meha mijdarê de li bajarê Serêkaniyê wesayîteke zirxî dabû ser zarokeke keç, eciqandibû û qederekê li erdê xijandibû.