Greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 10:13 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bê navber dewam dike. Duh li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û beşek ji bajarên Îranê greva giştî hebû. Tê payîn  îro jî grev dewam bike.
 
Duh li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û beşek bajarên Îranê, greva giştî hebû. Danê êvarî bi sedan kes li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî lidarxistin. Duh li bajarên Urmiye, Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Seqiz, Bane, Dîwander, Kamyaran, Dêwlan, Firwe, Merîwan, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Selasî Bawecan, Kirmaşan, Îlam û gelek herêmên din esnaf û kasibkaran dikanên xwe  venekirin û tevlî grevê bûn.
 
Duh li bajarê Sine xwendevanên jin serpoşên serê xwe şewitandin û bê navber li dijî desthilata Îranê dirûşme berz kirin. Li Goristana Beheşt a Mihemed a Sineyê jî merasîma çileya Mihemed Şerîet pêk hat ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû.
 
Li Dêwlan jî komek xwendevan meşiyan û bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Duh bi şev li Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin qadan, li ser rêyan agir pêxistin û rê li trafîkan girtin.
 
Li Îranê jî li parêzgehên Tahran, Esfehan, Kirman, Faris, Merkezî, Hemdn, Buşer û gelek herêmên din beşek berçav a esnafan dikanên xwe venekirin û tevlî grevê bûn.
 
Bi şev li Tahran û bajarên Meşhed, Zencan, Erak, Esfehan welatî daketin qadan û çalakî li dar xistin. Tê payîn greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê îro û sibe jî dewam bike.