Navê Jîna li pitika xwe kir: Dê jin bi ser kevin

  • 09:03 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Ozlem Gumuşten a ku navê Jîna Emînî li pitika xwe kir, diyar kir ku wan bi vê helwesta xwe xwestine nav û barxwedana Jînayê bidin jiyîn û got: “Jîna bû sembola berxwedan û raperînê. Jinên ku li dijî faşîzm û rejîmê têdikoşin dê bi ser kevin.”
 
 Li Îranê di 13’ê îlonê de jina kurd a bi navê Jîna Emînî ji aliyê polîsên axlaqê ve bi hinceta laçika xwe li gorî rêbazên şerîatê nedaye serê xwe bi îşkenceyê hat binçavkirin û ji ber îşkenceya lê hat kirin ket komayê û di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jînayê bi hezaran kes di pêşengiya jinan de li rojhilatê Kurdistan û Îranê daketin kolanan û serî hildan. Jinan li dijî rejîma dîktator û ferzkirina laçikê dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û çaralî derketin kolan û qadan. Qetilkirina Jîna li tevahiya cîhanê hate şermezarkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina Jinayê û her wiha piştevaniya ji bo serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî didome.
 
‘Em dixwazin berxwedana Jîna bidin jiyîn’
 
Ozlem Gumuşten(26) ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dimîne navê Jînayê li pitika xwe ya nû jêre bûye kir. Ozlem, diyar kir ku wan xwestine berxwedana piştî Jînayê geş bibe û got: “Di 9’ê Cotmehê de pitika min hate dine û me navê Jînayê lê kir. Ji ber ku jîna li Rojhelat û Îranê bû sembola raperînê. Jîna ji aliyê kesên ku ji xwe re dibêjin polîsên exlaqê ne ve hate qetîlkirin. Serhîldanên piştî qetîlkirina Jîna li hemû deverên cîhanê belav bûn. Ji her aliyî ve ji bo xwepêşandanan piştgirî hate kirin. Hin kes bi jêkirina porên xwe hin bi xêzkirina wêneyên Jîna an jî bi şewitandina laçikên xwe bûn dengê Jînayê .  Me jî xwest bibin parçeyek ji vê berxwedanê û navê Jînayê li pitika xwe kir. Em dixwazin berxwedana Jîna bidin jiyîn.”
 
‘Serkeftin dê yê jinan be’
 
Ozlem, di dawiya axaftina xwe de têkoşîn û berxwedana jinên li rojhelatê Kurdistan û Îranê silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî qetîlkirina Jîna serhîldanên ku bi pêşengtiya jinan geş bûn kelecaniyek mezin bi me re çêkirin. Dirûşmên, 'Jin Jiyan Azadî' li her deverê cîhanê belav bûn û vê jî jî zêdetir kelecan da me. 'Jin Jiyan Azadî' dirûşma têkoşîna ku bi salan tê dayîn e. Jîna hem ji ber jinbûn û hem jî ji ber kurdbûna xwe hat qetilkirin. Lê Jîna bû sembola berxwedan û raperînê. Jinên ku li dijî faşîzm û rejîmê têdikoşin dê bê bi ser kevin. Ez têkoşîna jin û gelê rojhîletê Kurdistan û gelên Îranê silav dikim û dibêjim dilê me ligel wan e. Têkoşîna jinan a ku bi salan tê berdewamkirin neqediyaye û dê neqede. Serkeftin dê yê jinan be.”