Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 637'emîn de ye

  • 13:57 5 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 637’emîn de dewam kir. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 637’emîn de berdewam dike. 
 
'Daxwaza dayikê edalet e'
  
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re li ber deriyê edliyeyê nobeta xwe didomîne wiha got: “Nobeda me ya ji bo edaletê me daye destpêkirin berdewam dike. Serokkomar Erdogan hate Rihayê lê tevî ku ji têkoşîna vê dayikê agahdar e jî di vê mijarê de ne erênî ne neyînî neaxivî. Kesên dixwazin bibin desthilat divê vê têkoşîna dayikê bibînin. Daxwaza dayikê edalet e. Hemû gerdûn li ser edaletê hatiye avakirin. Em jî heta ku edalet pêk neyê em ê ji ber deriyê qesrê neçin. Kesên ku dixwazin bibin desthilat heta ku vê dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel.”