Bikaranîna çekên kîmyewî li Meksîkayê hat şermezarkirin

  • 13:24 5 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya "Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê, çalakiya enternasyonalîst" li eyaleta Chiapasê çalakiyek hate lidarxistin.
 
Li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî yên li hemberî têkoşerên azadiyê û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, li eyaleta Chiapas a Meksîkayê çalakiyek hate lidarxistin.
 
Li bajarê San Cristobal de las Casas çalakiyek hate lidarxistin û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin.
 
Çalakî li qada çandê li Sendasê pêk hat û li dokûmantera rojnamevanê Spanî Ferran Barber a li ser Rojava hate temaşekirin.
 
Di nîqaşên li çalakiyê de hate destnîşankirin ku projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelên cîhanê çavkaniya hêviyê ye.
 
Di çalakiyê de her wiha hate pêşniyarkirin ku ji bo piştevaniya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd komîteyeke piştevaniyê ya herêmî bê avakirin.