Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê gelê herêma Firatê meşiya

  • 14:50 4 Kanûn 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê meşiyan. 
 
Bi hezaran gelê herêma Firatê ji pêkhateyên Ereb û Kurd, Sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser, Partiyên siyasî, xwendekarên zanîngehê û hwd.  Bi dirûşma" Bi rihê gelê şoreşger em ê şoreşa xwe biser bixînin û rêber Apo azad bikin". Li qada jina azad meşiyan û li taxa Kobanê ya nû rawestiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê hatin rakirin
 
Piştî deqeyek rêzgirtina li ji bo pakrewanên azadiyê Koordînatora Kongireya Star Macîde Hiso axafî.
 
Mecîda Hiso wiha got, "CPT ya ku dibêje ew parastina mafên mirovan dike derbasî zîndana Îmraliyê bû ji bo ku biryar û nêrînên xwe ji mere diyar û zelal ragihe. Lê nekir.  Em weke gelê Kurd, Ereb û Aşur em ê ji bo rêberê xwe li qadan bin heta ku bi fîzikî azad bibe. Di 19'ê Cotmehê de tecrîd li ser rêberê me girantir bû û di 19'ê Mijdarê de jî dewleta tirk êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Lê gelê me ji her êrîşa dewleta tirk re amede bû ji ber ku gel bi bi fikri û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kiriye."